ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran heta hemî berbendên bankî û daraiyê raneke, nasekine

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hemîd Beîdînêjad li nivîsarekê ku bi riya Telegirama xwe weşand, ragihand ku Îranê mêkanîzmên tam jibo zordayîna ser aliyê himer jî hene lê, nabe ev yeka bibe sebeb ku em destkevta zef girîng a domandina zengînkirina oraniyomê û planên din ên girîng ên navokî berçav negirin û her wiha armancên rêketinama navokî daxin asta berjewendiyên aboriyê: Ji hêla din va bi kêmnirxkirina pêngavên girîng ên aborî û ticarî yên bi dû cihanîna rêketinama navokî ku him bûne sedema vebûnên girîng li welêt û him bûne sedema rakirina boykotên li warên tranzît, gemîvanî, bîme, balafiran, ixracata niftê û berhemên pêtroşîmiyê, çêkirina alavên maşînan û hwd, em bêjin ku rêketinama navokî ti destkevtek tineye.

Wî li dewama nivîsara xwe pêkutî kir ku eva têrê dike ku em rewş berê ya welêt jibîr nekin. Em bi awayekî tam bizanibin ku kes retkirina destkevtan bawer nake.

Rêvebirê giştî yê siyasî û karên navnetewî yê wezareta karên derve ya Îranê li dawiya vê nivîsara xwe got: Insan bi giştî tiştan jibîr dike loma bibîrxistina berdewam kêrhatî ye çawan ku hatiye: ‘انّ الذّکری تنفع المومنین’.

(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu