BehreynMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Êrişa ser xelkê bi gazên hêsirrêj û jardar li Behreynê

Xelkê navça El-Derazê ya Behreynê jibo berevaniya ji şêx Îsa Qasim rêberê bi nav û deng ê misilmanên vî welatî bi hêzên ewlehiyê re ketin şer û pevçûnê.

  Li gorî rapora El-Alamê hêzên ewlehiyê yên Alê Xelîfe siba çarşemiyê bi êrişa ser meydana  Fedayê li navça  El-Derazê cihê kombûna  xelkê jibo piştgiriyan ji şêx Îsa Qasim li kesên ku ketibûn girevê, xistin.

Çavkaniyên behreynî ji kanala El-Alamê re gotin grûpên inqilabî yên behreynî ji xelkê xwestin jibo piştgiriya ji şêx Îsa  Qasim derkevin şeqamên navça El-Derazê.

Piştî vê daxûyaniyê bi hezaran trimbêl ber bi El-Derazê va çûn ku dorpêça  vê navçê têk bişkînin. Çavkaniyên  behreynî her wiha li bara qewimîna  hin pevçûnan navbera hêzên Alê Xelîfe û  xelkê di girevê de  li navça  El-Fedayê agahî dan.

Li gorî gotina çavkaniyên behreynî hêzên Alê Xelîfe bi kelûmelên eskerî mala şêx Îsa Qasim  dorpêç kirine.

Hêzên ewlehiyê  yêmn Behreynê her wiha hemî deriyên bajaroka El-Derazê girêdane û kelûmelên  eskerî yên zêdetir bo vê navçê hatine şandin. Hin çalak dibêjin ji çend rojan berî niha ve hêzên ewlehiyê yên Alê Xelîfe nahêlin xwarek bên şandinê bo navça El-Derazê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu