EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Brîtanya: London li dû rêkara dîplomatîk digel Îranê ye

Di dewama helwêstên dijî Îranê yên rayedarên brîtanyayî û hevdeng digel siyasetên Koşka Sipî, Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê got: London ji rêkara dîplomatîk tev Têhranê pêşwaziyê dike.

Li gorî rapora kanala Sky Nesa Erebî, Cirmî Hant, Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê roja Îniyê îdia kir: Eger keştiya nifthilgir a Brîtanyayê neyê azadkirin û azadiya deryagerên brîtanyayî sînordar bibe, dê gellek dûhat li benda Îranê bin.

Gotinên Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê çend saetan piştî wê yekê hatin hilêxistin ku Beşa pêwendiyên gelemperî ya giştî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî Îniyê bi şev bi daxûyaniyekê qala destdanîna ser gemiyeke nifthilgir a Englîsê li tengava Hormuzê li başûrê Îranê ji ber berçavnegirtina qanûnên navneetweyî yên deryayî kir.

Başa dön tuşu