CîhanEwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Brîtanya û Fransa razîbûn hêza zêdetir bişînin Sûriyê

Brîtanya û Fransa daxwaza Amerîka pejirandin û li ser şandina hêzên bejayî yên zêdetir bo Sûriyê razî bûne.

Rojnameya “The Guardian” a Brîtanî da zanîn, ji bo dagirtina valahiya vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê, Brîtanya û Fransayê li ser şandina hêzên bejayî bo wê welatî razî bûne.

Heman rojnameyê bi zimanê berpirsên Amerîkî belav kiriye, Brîtanya û Fransa amade ne hejmara hêzên xwe yên taybet li Sûriyê bi rêjeya ji sedî 10 ta 15 zêde bikin. Ew jî bi armanca şerê li dijî şanên razayî yên DAIŞê bikin.

The Guardian diyar kir jî, berî miha kovara “Foreign Policy” amadebûna Parîz û Londonê ji bo şandina hêzên zêdetir bo Sûriyê aşkere kiribû û tekez kiribû, ew yek serkeftinek e ji tîma Serokê Amerîka Donald Trump e.

Demek e Amerîka ji welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî daxwaz dike ku hêzên zêdetir bişînin Sûriyê, ji bo valahiya vekişandina hêzên Amerîkî dagirin.

Lê berî du rojan Almanya daxwaza Amerîkî red kir û Peyvdarê Hikûmetê Steffen Seibert  got: “Di Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê de, Almanya hemû erkên xwe bicîh anîne. Di nav van erkan de, şandina hêzên bejahî nîn e”.

Herwiha ta niha jî Îtalya wê daxwazê gengeşe dike û ti biryara dawî nedaye.

Başa dön tuşu