ÎranNûçeRojhilatanavin

Brocêrdî: Bila Amerîka sozên xwe yên têkildarî Lihevkirina Navokî cih bîne

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê got: Dewleta pêşerojê ya Amerîkayê divê sozên xwe li warê cihanîna Lihevkirina Navokî cih bîne.

Li gorî rapora IRNA`yê, Elaedîn Brocêrdî Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê bal kişande ser bijartina Donald Trump wekî serokomarê teze yê Amerîkayê û dewama sozên dewleta vî welatî li warê chanîna Lihevkirina Navokî û got: Ev bernama ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) va hatiye piştrastkirin; Lewma her dewletek ku li Amerîkayê bibe desthilatdar, erkdar e ku sozên xwe li warê Lihevkirina Navokî cih bîne.

Brocêrdî li vî halî bal kişande ser bêsoziyên dewleta Amerîkayê û got: Bikaranîna siyasetên zalimane li bara zilm û zorên ku roja îro li ser gelê Filistîn, Iraq, Efxanstan û Yemenê heye, nêrîneke nebaş li bara Amerîkayê li nav gelên navçeyê pêk aniye.

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê herviha bi gotina viya ku rêjîma Alê Siûd bêyî piştgiryên Amerîkayê nedikarî destdirêjiya ser Yemenê bike, got: Kuştin û cinayetên ku roja îro li djî gelê bêguneh ê vî welatî pêk tên, encama şerê nerasterast û biwekalet yê Waşîngtonê li welatên navçeyê ye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu