NûçeRojhilatanavinSûriye

Busniye Şeiban: “Şerê dijî têrorîsmê li Sûriyê heman şerê dijî siyonîsmê ye”

Rawêjkara Siyasî û Mêdyayî ya Serokomarê Sûriyê armanca biryara Amerîkayê ya damezirandina hêzên neqanûnî li sînorên Sûriyê, cihanîna siyasetên Waşîngtonê yên dirêjkirina şêrr li Sûriyê da zanîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Rawêjkara Siyasî û Mêdyayî ya Serokomarê Sûriyê, Busniye Şeibanê êvara çarşemiyê li civîna Roja çandî ya Qudsê li Şamê bi gotina vê yekê ku hêzên destdirêjker ên amerîkî û tirk bi armanca mayîna li cihê têrorîstan ketine bakurê Sûriyê, got: “Destdirêjiya Tirkiyê biryara Amerîkayê ya damezirandina hêzên neqanûnî li sînorê Sûriyê dikemilîne”.

Rawêjkara Siyasî û Mêdyayî ya Serokomarê Sûriyê tevî pêgiriya  li ser vê yekê ku pêwendiyeka bingehîn di navbera siyonîsm û têrorîsmê heye, got: “Şerê dijî têrorîsmê li Sûriyê heman şerê dijî siyonîsmê ye”. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu