ÎranNûçeRojhilatanavin

Cabêriyê Ensarî: Muzakirên Astanê li halê pêşketinê ne

Serokê taxima Komara Îslamî ya Îranê li muzakirên Astanê li bara Sûriyê li bara pêşketina van muzakiran agahî da.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Huseyn Cabêriyê Ensarî roja sêşemiyê bal kişand ser pêvajoya  seqamgirkirina  aşitiyê li Sûriyê û şopandina belgeyên hevhatinê jibo misogerkirina  agirbesê ji bernameyên  gera sisiyan a muzakirên aşitiya Sûriyê ragihand.

Cabêriyê Ensarî got: Li gera sisiyan a muzakirên  Astanê her wiha sê belge navbera  nunerên  welatan jibo hildana  maynan û guhertina  hêsîran li Sûriyê tê hilkolandin.

Taxima  Komara Îslamî ya Îranê li muzakirên  Astanê roja  sêşemiyê tev  taximên  Rûsiyê û Tirkiyê cida gotûbêj kir.

Biryar e sibê çarşemiyê civîna sereke  ya dewra sisiyan a muzakirên aşitiya  Sûriyê bi beşdariya  nunerên welatên  îran, Rûsiye û Tirkiyê tev nunerên Urdin, Beşar Ceferî, nunerê dewleta  Sûriyê û nunerê Ny li AStanê were li dar xistin.

Cabêriyê Ensarî roja duşemiyê jibo beşdariya  li muzakirên  Astana 3 gihêşt vî bajarî.

Dewra  ewil a muzakirên aşitiya  Sûriyê 23 û 24 Çillê û dewra dudiyan  li 15 û 16 Sibatê li bajarê Astanê, paytexta Qezaqistanê hat lidarxistin.

Ev muzakire bi însiyatîva  Komara Îslamî ya Îranê û hevkariya Rûsiyê û Tirkiyê, bi armanca  aşitiya li Sûriyê hatiye birêxistin.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa  berfireh a grûpên terorîstî yên  ku Erebistan , Emerîka û hevpeymanên  wan  ji wan Tirkiye  piştgiriya wan dikin jibo sernixûnkirina  dewleta qanûnî ya Beşar Esed serokkomarê Sûriyê destpê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu