ÎranNûçeRojhilatanavin

Cabirî Ensarî: Erebistan berpirsê birêneketina heca îsale

Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê got: Erebistanê hemû rê li ser Îranê girêdane û eger heca îsal birê nekeve Erebistan berpirs e.

Sadiq Cabirî Ensarî, berdevkê wezareta karên derve yê Îranê êvara şemiyê li bernameyeke telivîzyonî li kanala 3`ya telivîzyona Îranê li bara heca îsal got: Erebistanê berovajî dirûşmên xwe, mesela hecê siyasî kiriye û hemû rê li ser Îranê girêdane loma eger bê û heca îsal birê nekeve Erebistan berpirs e.

Berdevê wezareta karên derve yê Îranê destnîşan kir: Erebistan li gelek babetan da xwe li hemberî Îranê dizane û demek e ku Riyazê siyaseta xwe gor kêşeya tev Îranê danîye.

Wî got: Loçi gorî gotûbêjên vê dûmahîkê ku gel Erebistanê hatine kirin, Riyazê qebûl nekiriye ku wezîfe û pêspartiyên xwe yên destpêkê wekî dabînkirina ewlehî û saxlemiya haciyan û piştevaniya konsûlî ji wan dabîn bike.

Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê destnîşan kir; Berpirsê gelek ji rûdawên ku li navçê diqewimin Erebistan e û renge hegereke siyasetên tund ên Erebistanê nîgeraniya ji reftara seûdiyan li cîhanê û bîr û raya giştî ya xelkê cîhanê ye. Seîd Ewhedî serokê saziya hec û ziyareta Îranê ragihand ku misogeriya ji bo dabînkirina ewlehiya haciyan, piştevaniya konsûlî yên ziyaretkirên îranî û dayîna vîzayê bo haciyan li nav Îranê ji babetên herî girîng ên gotûbêjên taxima Îranê tev karbidestên Erebistanê ne. Îro dawîn roja dewleta Erebistanê bona bersivdana xwestekên Îranê li bara heca îsal e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

 

Başa dön tuşu