CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Balyozê Birêzîlê: Îranê roleka girîng li têkoşîna dijî têrorîsmê heye

Balyozê Birêzîlê li Têhranê bi gotina vê yekê ku têrorîstan gellek pirsgirêk li dinyayê pêk anîne, destnîşan kir: Îran xwedamn roleka girîng li warê têkoşîna dijî têrorîstan e.

Balyozê Birêzîlê li Têhranê, Rodrîgo Dî Azêrdo Santos (Rodrigo de Azeredo Santos) êvara Duşemiyê li hevpeyivîna bi kanala pêncê ya têlêvîziyona Îranê got: Pêngavên Îranê li warê  şerê dijî têrorîsmê bûn sebeb ku baregehên wan ji nav herin û komên têrorîst nekarin cinayetên xwe bidomînin.

Balyozê Birêzîlê li Têhranê her wiha bal kişande ser Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar û kiryarên aliyên vê lihevkirinê û got: Îran li halekî sozên xwe yên derheq Lihevkirina Navokî cih anîne; Lê ev lihevkirin ji aliyê hin wajokerên wê va bi durustî cih nehatiye.

Santos tevî pêgiiriya li ser berfirehkirina pêwendiyên di navbera Îran û Birêzîlê da, got: Heke yek ji aliyên wajokerên Lihevkirina Navokî vê lihevkirinê binpê bike an jê derkeve, tu guhertinek li warê pêwendiyên navbera Îran û Birêzîlê dê pêk neyê.

Balyozê Birêzîlê li Têhranê li bara gotinên Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li bara gelê Îranê û dewleta Komara Îslamî ya Îranê jî got: Divê devûjenî =û gefxwarin ji rastiyê were cudakirin û siyaseta derveyî bi devûjenî û gefxwarinê ferq dike.

Santosî got: Îran dixebite ku bi şêwazên aram pirsgirêk û kêşeyên ser riya xwe çareser bike û Komara Îslamî ya Îranê çareserkirina kêşeyan bi riya gotûbêjê bona xwe weke qanûnek daniye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu