ÎranNûçeRojhilatanavin

Cabirî Ensarî: Muhemed Elî ji pêşengên piştgirê mafên wekheviya nijadî bû

Li gorî rapora dayira dîplomasiyê ya medyayê li wezareta karên derve ya Îranê Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê `Sadiq Husên Cabirî Ensarî`îro li peyamekê de bi minasibeta wefata boksorê û lehengê efsaneyî û navdar Muhemed Elî got: Muhemed Elî ne tenê şampiyonê binav û bêmînak ê meydana pêşbirkan sporê bû, belkî ew tiştê ku ew kire pêşneg û şampiyonê rastîn bu gişk leheng û şampiyonên sporê û navê wî xiste bîra her kesî bo hetahetayiyê heman ew tişta ye ku li çanda îranî pêre `pehlewanî` dibêjin yan şampiyonê mafên mirovan û mafên medenî.

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi sekinîna ser vê yekê ku Muhemed Elî ji bo hemî gavan hewldana wî ji bo redkirina Emperyalîzmê û Dijayetiya li hemberî kedxwarî, serdestxwerî û şerxwaziyê tîne bîr mirov got: Muhemed Elî ji pêşengên piştgirê mafên wekheviya nijadî, û bidestxistina mafên cermreşan bû.

Muhemed Elî Klê boksorê binav û şampiyonê efsaneyî yê cîhanê li emrê 74 salî ku bi salan bi nexweşiya parkinsonê ketibû li 3 Hezîranê emrê Xwedê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu