CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Cabiriyê Ensarî li vê hevdîtina xwe ya tev xanima Işmît ser pêwîstiya peydakirina rêçareyekî siyasî bona çareserkirina kirîza Sûriyê destnîşan kir

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê bona gotûbêja tev Mîxayîl Bogdanov nûnerê taybet ê serokkomarê Rûsiyayê li karûbarên Sûriyê seredana Moskovayê kir.

Hêsên Cabiriyê Ensarî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja xwe ya îro îniyê tev  Mîxayîl Bogdanov nûnerê taybet ê serokkomarê Rûsiyayê li karûbarên Sûriyê li Moskovayê dê li ser alûgorên Sûriyê bi wî va biaxivin.

Cabiriyê Ensarî roja çarşemiya bihurî jî li Birûksilê tev xanima Hilga Işmît alîkara berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa li bara Sûriyê axivî.

Cabiriyê Ensarî li vê hevdîtina xwe ya tev xanima Işmît ser pêwîstiya peydakirina rêçareyekî siyasî bona çareserkirina kirîza Sûriyê destnîşan kir.

Wî li vê hevdîtinê got: Îran hertim ser vê bawerê bûye ku kirîza nav Sûriyê ji riya eskerî çareser nabe û pêwîste ku welatên bi tesîr li nav Sûriyê nexşa xwe bibaşî îcra bikin ku xelkê Sûriyê bi xwe bikaribin bona pêşeroja xwe biryarê bigrin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu