IraqNûçeRojhilatanavin

Caferî: Di şer zêdetirî 18 hezar kesî jiyana xwe ji dest da

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî di axaftina xwe ya konferansa avadankirina Iraqê ya li Kuweytê de got: “Iraq ji sala 2014an ve di tekoşîna dijî DAIŞê de zahmetiyeke pir mezin kişand. Şerê Iraqê yê bi DAIŞê re ne hêsan bû û bedêla wê pir giran çêbû.”

Îbrahîm Caferî di berdewaniya axaftina xwe de got: “Welatê me di vî şerî de zêdetirî 18 hezar însanê xwe winda kir û 36 hezar jî birîndar li pey xwe hişt. Bedêla şer a aborî gihişte 100 milyar dolarî. Alîkarî û piştgiriya welatên cihanê êşa me hinekî siviktir kir.”

Caferî di dirêjiya axaftina xwe de got: “Em ji bo mahzuvanî û alîkariya daîmî ya ji bo welatê me spasiya Kuweytê dikin. Cîranekî ezîz ê Iraqê ye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu