CîhanEwropaNûçe

Helîkoptera ku li têlê elketrîkê qelibî kete çem: Pîlot canê xwe ji dest da

Hat ragihandin ku li eyaleta Wisconsin a Amerîkayê helîkoptera ku li têlê elektrîkê qelibî ket.

Li gor zanyariyên berdest, Helîkoptera ku li eyaleta Wisconsin a Amerîkayê rabû piştî rabûnê bi demekê li telên elektrîkê qelibî û ket.

Berpirsê çapemenî yê Midûriyeta Winnebagoyê di daxuyaniya xwe de got: “Helîkopter piştî rabûn li têlên elketrîkê qelibî û paşî kete çemê Foxê yê nêzîkî Oskoshê.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku pîlot di encama qezayê de canê xwe ji dest daye û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Başa dön tuşu