NûçeRojhilatanavinSûriye

Caferî: Ev her sê welat, raya giştî şaş dikin

Nûnerê Daimî yê Sûriyeyê li NYyê Beşar Caferî diyar kir ku Amerîka, Brîtanya û Fransayê ku xwe nîşan bidin wek ku hewl didin kêşeya Sûriyeyê çareser bikin, agahiyên şaş didin raya giştî.

Caferî di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de axivî û got: “Ev 6 sal in ku Amerîka, Brîtanya û Fransa ji bo raya giştî di mijara çareserkirina qeyrana li welatê me şaş bikin, her carê banga civînekê li ser civînekê dikin û konsey jî dibe sponsor ji pêşnûma û daxuyaniyê çapemeniyê re.”

Herwiha dîplomatê sûrî diyar kir ku ev her sê welat, nûçeyên derew li ser şerê di navbera artêşê û “dijbera nerme” de radigihînin û wiha dewam kir: “Ev her sê welat ji ber polîtîkaya xwe, xetera li ser jiyana bi sed hezaran mirovan tê piştguhkirin.”

Ji aliyê din ve, Caferî bang  kir ku stratejiya rast a hevpeymana Amerîka pêşengiya wê dike bê eşkerekirin û bal kişand ser êrîşa li dijî Artêşa Sûriyeyê li Dêra Zorê pêk hat û got: “Divê bê fêmkirin bê çima heman şaşî hertim tên dubarekirin. Diyar e ku ev ji qestî ve tên kirin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu