NûçeRojhilatanavinSûriye

Caferî: Kurd di dîroka Sûriyê de xwedî roleke girîng in

Nûnerê Taybet ê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Beşar Caferî, da zanîn ku Kurdan di dîroka Sûriyê de roleke girîng lîstine.

Caferî piştî civînên Astanaya paytexta Qazaxistanê ku ji bo çareserkirina krîza Sûriyê hatibû lidarxistin ji rojnamevanan re axivî û li ser Kurdên Sûriyê jî got ku ew bi wan serbilind in.

‘EM BI KURDÊN SURIYÊ SERBILIND IN’

Caferî got, ‘Ji bo me çi Ereb, Kurd, Suryanî û çi gelên din, hemû Sûriyeyî ne’ û wiha dewam kir: “Di pêkhateyên cuda yên civaka me de, ti sînor û ciyawazî tune ye. Bi qasî ku em bi me serbilindin, bi birayên me yên Kurd ên Sûriyeyî jî serbilind in. Kurdên Sûriyeyê ne tenê di têkoşîna dijî DAIŞê de, herwiha di dîroka welatê me de jî roleke girîng lîstine. Ev hezar sal in em bi hev re dijîn. Em niha ji bo dilsoziya wan bipivîn li vê derê ne. Em dilsoz in. Yên ku rêyên cuda hilbijêrin, tê wateya ku baweriyê bi Sûriyê nayînin. Anku bi planên din bawer dikin û ji aliyê hêzên biyanî ve hatine gihandin. Em di vê mijarê de cuda ne.”

‘XAYÎNÊN JI BO ÎSRAÎLÊ KAR DIKIN HENE’

Nûnerê Sûriyê li NYyê Caferî, bal kişand ser ku li Sûriyê kesên ku dijî welatê xwe kar dikin ‘xayînên ji bo Îsraîlê kar dikin’ jî hene û got, ‘Ne raste ku em bi gelemperî vê gotinê bikin, lê piraniya Sûriyeyîyan bi Sûriyeyîbûna xwe serbilind in. Em jî wekî wan dihizirin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu