CîhanFilistînNûçeRojhilatanavin

Can Bolton li axiftineke bi dijminatî dijî gelê Filistînê navê welatê Filistînê neanî ziman

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Emerîkayê li axiftineke bi dijminatî dijî gelê Filistînê navê welatê Filistînê neanî ziman.

 Li gorî rapora Associated Press`ê, Can Bolton roja pêncşemiyê li civîna rojnamevaniyê li Koşka Sipî destnîşan kir: Filistîn ne welat e lê reng e rojekê bikarbe bibe welat.

Bolton li axiftina xwe li bara Filistînê peyva qaşo welêt bikar anî û got: Ji ber rewşa niha li Filistînê, ev peyva tam deqîq e.

Dewleta Emerîkayê meha buhurî bona piştgiriya ji Rejîma Siyonîstî, alîkariya 20 milyon dularî ya xwe bo nexweşxanên  Filistînê li Qudsê îbtal kir.

Dewleta Emerîkayê pêştir li 31 Tebaxê hemî alîkariyên   xwe yên aborî bo Ajansa gîhandina alîkariyê û peydakirina kar bo awareyên Filistînî yan UNRWA yê qut kiribû.

Ev kiryar beşek ji siyasetên  Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bona zexta ser filistîniyan bona qebûlkirina plana  nasiyar bi danûstandina sedsalê ye.

Li gorî vê plane, Quds radestî Rejîma Siyonîstî  dibe, awareyên filistînî li welatên din dê mafê vegerê tinebin û Filistîn dê tenê xwedaniya erdên mayî yên kêleka rojava ya çemê Urdinê û zîvala Gazayê hebe.

Di vê çarçoveyê de,Trump 14 Gulana 2018an balyozxana xwe ji Telavîvê guhest Qudsê.

Başa dön tuşu