ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Candayîna şîeyekî erebistanî li ber işkenca mexmûrên siûdî

Yek ji şîeyên Erebistanê di encama işkenceya mexmûrên rêjîma siûdî li zîndanê canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Farsê, çalakên mafên mirovan ên Erebistanê îro ragihandin ku Cabir Eqîlî welatîyê erebistanî ji devera Qetîfê li rojhilata vî welatî ku hefteya buhurî bi hegerên pûç ji hêla mexmûrên rêjîma siûdî va hatibû girtinê, ji ber işkencê di zîndanê da canê xwe ji dest da.

Li gorî vê raporê, berpirsên siûdî ji ber ku xwe ji berpirsîya kuştina vî welatîyî vedizin, idia kirin ku Eqîlî xwe li hepsê darda kirîye.

Rayedarên Erebistanê ji malbata Eqîlî xwestine ku ragihînin kurê wan xwe bixwe kuştîye ta ku li berdêla wê rê bidin ku ew meytê wî bibînin lê, malbata Eqîlî ev daxwaza qebûl nekirîye.

Rêjîma binemala siûdî niştecihên Qetîfê li rojhilata Erebistanê bi awayekî biarmanc dike armanc, ev kara tolhildana ji tevgera gelanî ye ku ji sala 2011`ê va bi rêbertîya Şêx Nemir Baqir Nemir li vê deverê destpê bûye.

Rêjîma Erebistanê di Çileya sala buhurî da ev melayê navdar ê şîe yê Erebistanê kuşt. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu