IraqNûçeRojhilatanavin

Çaremîn pire li Mûsilê tê hilweşandin

Bi armanca rêgirtina li ber çûnûhatina çekdarên DAIŞê Hevpeymaniya Navdewletî çaremîn pire li bajarê Mûsilê  kire armanc û hilweşand.

Hilweşandina pira çarê ku dikeve nabera rojhilat û rojavaya Mûsilê de bandoreke mezin li ser oprasiyona Mûsilê dike, herwiha rê li ber gihandina çek û teqemeniyan bo çekdarên DAIŞê tê girtin.

Pira ku, hatiye hilweşandin bi navê pira Şehîdan bû, herwiha bi pira  siyem jî dihat naskirin.

Ji aliyê xwe ve Cîgirê serokê Encûmena parêzgeha Neynewa, Noredîn Qeyîlan ji medyaya Iraqê re aşkere kir ku, hemû pirên bajarê Mûsilê hatine teqandin û hilweşandin, tenê pira kevn a Mûsilê ku bi asin hatiye çêkirin, maye.

Tê zanîn ku, pênc pirên stratejîk li bajarê Mûsilê hene ku, Her aliyên wî bajarî bi hev girêdide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu