IraqNûçeRojhilatanavin

Casim Caf: 2 milyon û 100 hezar koçber vegeriyan malên xwe

Wezîrê Koç û Koçberan yê Iraqê Casim Caf diyar kir ku ji 5 milyon kesên ku ji ber êrîşên DEAŞa rêxistina terorê ji malên xwe bûn 2 milyon û 100 hezarê wan vegeriyan malên xwe.

Wezîr Caf li paytext civîna çapemeniyê li dar xist û got “Jimara koçberên navxweyî yên Iraqê ji hezîrana 2014an vir ve gihaşt 5 milyonî. Ji van kesan 2 milyon û 100 hezarê wan jî vegeriyan malên xwe yên li herêmên ku ji DEAŞa rêxistina terorê hatin xilaskirin.”

Caf da zanîn ku hê 2 milyon û 900 hezar kes jî ji malên xwe dûr in û qal kir ku 750 hezar koçberên navxweyî jiyana xwe li kampan didomînin.

Piştî ku DEAŞa rêxistina terorê di 10ê hezîrana 2014an de Mûsil û pişt re jî qismeke wilayetên Selahaddîn, Enbar, Kerkûk û Diyalayê bi dest xist li welêt pêleke mezin a koçberiyê dest pê kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu