ÎranNûçeRojhilatanavin

Xwenîşanadana gelê Îranê bi nîşana şermezarkirina kuştina misilmanên Miyanmarê

Pişkdarên nimêja înîyê li bajarê Têhranê û bajarên din ên Îrana islamî, îro piştî nimêja înîyê li xwenîşandanekê bi durişman tevî şermezarkirina kuştina misilmanan li Miyanmarê, piştgirî dan wan.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, pişkdarên vê xwenîşandanê bi daxûyanîyekê bêdengîya civatên navnetewî û welatên idiakirê mafên mirovan li hemberî kuştina misilmanên Miyanmarê şermezar kirin.

Xwenîşanderan li vê daxûyanîyê, cinayetên hovane yên dijî misilmanên bê berevan ên Miyanmarê pişkek ji sîyasetên zorbêjane yên serdestîxwazan zanîn û cinayetên li dijî mirovantîyê bi tundî şermezar kirin.

Ji roja înî 25`ê Tebaxê ve pêla nû ya êrişên artêşa Miyanmarê û Bûdaîyên vî welatî ser misilmanên Rûhîngîya li parêzgeha Raxînê li vî welatî destpê bûye ku di encamê de heta niha 6 hezar û 334 misilmanên Rûhîngîya hatine kuştinê û 8 hezar û 349 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu