CîhanNûçe

Çavdêrê Mafên Mirovan, siyasetên Trump rexne kirin

Rêxistina Çavdêrê Mafên Mirovan, siyasetên vê dawiyê yên dewleta Trump li warê mafên mirovan rexne kirin.

 Li gorî rapora malpera  Rêxistina  Çavdêrê Mafên Mirovan, ev rêxistina , siyasetên vê dawiyê yên dewleta Trump rexne kirin û destnîşan kir ku dewleta Emerîkayê li warê siyaseta navxweyî û derve mesela mafên mirovan berçav negirtiye.

Ev rexneya  Rêxistina  Çavdêrê Mafên Mirovan, ji Trump piştî wê cih tê ku  Mayk Pompeo wezîrê karên derev yê Emerîka û Nîkî Hêylî balyoza vî welatî li Rêxistina  Neteweyên  Yebûyî li çarçoveya  piştgiriya xwe ji Rejîma Siyonîstî ji derketina Emerîkayê  ji Konseya mafên mirovan a  NY agahî dan.

Ji aliyê din ve, pêştir , komîserê Mafên Mirovan, yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, kiryara  dewleta Emerîkayê ya cudakirina  zarokan bi zorê ji dê û bavê wan ên koçber li sînorn  vî welatî şermezar kiribû.

Emerîka her wiha  lê digere  navendên  girtina  koçberan zêde bike û bûdceyeke zêdetir ji bo dabînkirina  ewlehiya sînorî û zêdekirina karîna teşkîlat û alav û amûrên girtina pêşiya koçberan xwestûbû.

Dewleta Trump her wiha  li dû sînordarkirina  mafê dengdayînê û mafê nerazîbûna  aşitîxwazne ye.

Ji aliyê din ve, dewleta Emerîkayê, dewsa hilkolandina  babetên binpêkirina mafên mirovan têkildarî ewlehiya neteweyî, bi îmzekirina  belgeyekê,  fermana  dewama  xebata  zindana Guwantanamoyê daye.

Başa dön tuşu