NûçeRojhilatanavinSûriye

Daxûyanîya artêşa Sûrîyê têkildarî êrişên zorbêjane yên Rêjîma Sîyonîst

Artêşa Sûrîyê wek berteka li hemberî êrişên zorbêjane yên Rêjîma Sîyonîst ser axa wî welatî ragihand ku mertala hewayî ya Sûrîyê bi amadebûna tam karî hejmareke zêde ya mûşekên israîlî birûxîne.

Li gorî rapora kanala Al Alamê, artêşa Sûrîyê li daxûyanîyekê ragihand, berxwedana artêş û hêzên çekdar ên Sûrîyê li hemberî destdirêjî û zorbêjîya dagirkeran, nîşana hişyarî û amadebûna wan ji bo parastina rûmeta Sûrîyê ye.

Li dewama daxûyanîya artêşa Sûryê pêgirî li ser amadebûna hêzên çekdar ên Sûrîyê ji bo sekinîna li hemberî her êrişeke zorbêjane ya dijmin hatîye kirin.

Artêşa Sûrîyê herwiha pêgirî kir ku ew destdirêjîyên aşkira tenê dibin sedema serketinên zêdetir di warê têkoşîna dijî têrorîsmê li Sûrîyê de û pêkutîya artêşê ji bo pêkanîna ewlehîyê û têkbirina têrorîsmê li Sûrîyê.

Vê sibê çend teqînan deverên curbicur ên Şam paytexta Sûrîyê hejandin. Hevgavê wan teqînan, mertala hewayî ya Sûrîyê li navçên hanê ket rewşa amadetîyê û çend mûşekên ku Rêjîma Sîyonîst ser Şamê de avêtin, şopandin û li esmîn têk birin.

Kanala Mayadeen`ê, ragihand ku artêşa Sûrîyê di bersiva van êrişên Rêjîma Sîyonîst de, navenda leşkerî ya guhdarîya dîcîtal, navenda komkirina lêzanînên biwêne, navenda zêrevanîya sîlehên hişmend, meqera helekoptêrên leşkerî, navenda fermandetîya leşkerî ya navçeyî ya yekîneya 810 a artêşa Israîlê, meqera fermandetîya Heremûnê, meqera Şetwîyê ji wan cihan in dan ber mûşekan.

Kanala Al Mayadeenê herwiha ragihand ku Rêjîma Sîyonîst ji her kesî xwestîye ku navendên ku ketine ber êrişên mûşekî neyên aşkirakirin.

Kanala Al Alamê jî ragihand ku Sûrîyê êrişî cihên hestyar ên leşkerî li Colana dagirbûyî kirîye û Rêjîma Sîyonîst şaşopaşo bûye.

Başa dön tuşu