IraqNûçeRojhilatanavin

Hemam Hemûdî: Hêzên amerîkî ji Iraqê kir

Hemam Hemûdî, Serokê Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê daxwaza derketina hêzên amerîkî ji vî welatî kir.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya Mehr Newsê ji zarê El Neşreyê, Serokê Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê, Hemam Hemûdî ji Adil Evdilmehdiyê serokwezîrê vî welatî xwest ku hejmara deqîq û eseh a hêzên amerîkî, cihê bicihbûna û cûreya erka wan li Iraqê ragihîne.

Wî tevî sipasiya ji helwêstên welatparêziyê yên serokwezîrê Iraqê ji bo dijayetiya digel seredana Donald Trumpê serokomarê Amrîkayê ji Iraqê, hêvîdarî kir ku moletek jibo bidawîhatina hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê were diyarkirin.

Başa dön tuşu