ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Hizbullahên Yemenê sê mûşek li pêgehên hêzên Siûdî li Necranê xistin

Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê duh êvara sêşemê li bersiva desdirêjiyên Rejîma Siûdî ser gelê bêguneh yê  Yemenê, sê mûşek li pêgehên hêzên Siûdî li Necranê xistin, lê hîn ti agahiyek derheq kuştî û birîndarên vê êrişa mûşekî belav nebûye. Berî vê yekê jî  Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê du mûşekên Zelzal li pêgehên artêşa Siûdî li Cîzanê ya  başûra Erebistanê xistibûn.

Hevdemê hewldanên Nûnerê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî yê karûbarên Yemenê ji bo lidarxistina dewra nû ya muzakireyên aştiyê li Yemenê, Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşiya Rejîma Siûdî êrişên xwe li dij Gelê Yemenê zêdekirine.

Başa dön tuşu