ÎranNûçeRojhilatanavin

Çaxê li Îranê sedî 70 hetanî 73 ji xelkê diçin ser sandiqên dengan û dengên xwe davêjin van sandiqan, eva kifş e ku xelkê bawerî bi van hilbijartinan heye

Serokkomarê Îranê li hemberî îdiayên Amerîka got: Hilbijartin li Îranê azad, saxlem û rikeberiyeke demokratîk e û yên ku hilbijartinên Îranê rexne dikin, pêwîst e berê xwe bidin hilbijartin û meselên ku li nav welatên wan diqewimin.

Wezareta karên derve yê Amerîka li rapora xwe ya salane ku roja şemiyê belav kir, careke din îdiayên her sale xwe dijî Komara îslamî ya Îranê dubare kir.

Li pişkek ji vê raporê hatiye; Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê li sala 2013 piştî hilbijartinekî ne azad bûye serokkomar.

Wezareta karên derve yê Amerîka li halekê îdiayên wiha dijî Îranê dike ku bi şehadeta hemû welat û medyayên cîhanê û heta medyayên welatên rojava , xelkê Îranê bi coşekî berfireh li hilbijartina serokkomariya sala 2013 pişkdarî kirin û li wê hilbijartinê Hesen Rûhanî wekî serokkomar hate bijartin.

Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê îro sêşemê û piştî pişkdariya li civîna dudyan a fermiye dewra pêncan a meclisa Xubreyên Rêberiyê li Têhranê li gotûbêja IRIB News`ê got: Nerezamendiya xelkê Amerîka piştî hilbijartina sala 2016 a serokkomariya vî welatî ku li wê hilbijartinê Donald Trump wekî serokkomarê hate bijartin saxlemiya vê hilbijartinê xiste ber şik û gumanê, loma pêwîst e karbidestên Amerîka berê xwe bidin rewşa hilbijartinan li welatê xwe û van cure hilbijartinan biguherînin.

Rûhanî destnîşan kir; Çaxê li Îranê sedî 70 hetanî 73 ji xelkê diçin ser sandiqên dengan û dengên xwe davêjin van sandiqan, eva kifş e ku xelkê bawerî bi van hilbijartinan heye.

Rûhanî bal kişande ser viya ku meclisa Xubreyên Rêberiyê stûneke pir girîng a nizama Komara îslamî ya Îranê ye û destnîşan kir; Her çend karê sereke ya vê meclisê bijartina rêberî ye, lê birêketina civînên meclisa Xubreyên Rêberiyê bawermendî û hêviya xelkê Îranê pirtir dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu