FilistînNûçeRojhilatanavin

Cehada Îslamî di sedemîn salvegera daxûyaniya Dalforê de: “Bifermînaskirina Israîlê heram e“

Tevgera Cehada îslamî ya Filsitînê di salvegera dayîna daxûyaniya Balforê ragihand ku ji bihosteke axa Filsitînê û her wiha mafê gelê wê derbas nabe û bifermînaskirina Rêjîma Siyonîst wek “Batil û Heram“ da zanîn.

Li halekî ku çîn û qatên cûrbicûr ên xelkê Filsitînê bi boneya ragiahndina daxûyaniyê Balforê ku bû sedem erdên filistîniyan bikevin destê siyonîstan, nerazîmendiya xwe diyar dikin û pê lidarxistina merasiman li kûçe û kolanên deverên filistînî salvegera vê daxûyaniya reş bi bîr tînin û nerazîtiya xwe di vî warî da diyar dikin. kom û tevgerên filsitînî jî bi boneya salvegera daxûyaniya Balforê daxûyaniyên xwe radigihînin û carek din li ser sekinîna li hembeî dagirkeriya siyonîstan pêgiriyê dikin.

Li gorî rapora Fars News`ê, Tevgera Cehada îslamî ya Filistînê di sedemîn salvegera dayîna daxûyaniya Balforê ragiahnd ku dê ji piçeka axa Filistînê derbas nebe ş li ser dewama “Mafê vegeriyanê“ pêgirî kir.

Tevgera Cehada îslamî ya Filistînê di dewamê da ragihand ku rêya cehad û berxwedanê heta azadkirina tam a Filsitînê didomîne û olanên siyasî dê wan ji vê rêkê dernexîne.

Vê tevgera filistînî ragihand: “Tevahiya liv û tevgerên siyasî ku bixwazin derbeyê li ramanên neguhêrbar ên Filsitînê xînin an rê li ber gelê Filsitînê bona daxwaza tam a mafê xwe û hebûna çekê bigirin, ji hêla me va redkirî ne“.

HAMAS`e jî di salvegera dayîna daxûyaniya Balforê ragihand ku daxûyaniya Balforê dizzîna dîrok, şaristaniyet û jiyana gelekî bû.

HAMAS`e li daxûyaniya xwe di sedemîn salvegera Daxûyaniya Balforê ragiahn dku Inglîsê şaşitiya dîrokî derheq gelekî ku bi çand û dîrok bû, pêk anî û ev welata divê roja îro bi awayekî aşkira ji gelê Filsitînê lêborînê bixwaze.

HAMAS`e her wiha ragihand: Balfor ku li ser esasa xala “Dayîna erdê bê gel bo gelê bê erd“ hat derxistin, sozek bû ku rastiyên dîrokî ew derew zanîn. Gelê Filsitînê wekî darên Zeytonê koka wan li welatê xwe; Balfor daxûyaniyeka derewîn û dizzîna dîrok, şaristaniyet û jiyana gelekî bû.

Di dewama daxûyaniya HAMAS`e de hatiye: “Artor Cêymz, wezîrê karên derve yê wê demê yê Ingilîsê ehmeqî kir, dem aku wî îdia kir ev welatan yanê Filsitîn bêyî gel e û kêfxweşiya niha ya Trêza Mêy, serokwezîra Inglîsê ji vê daxûyaniyê, tiştek ji billî dewama ehmeqiya Balfor û berçavnegirtina mafên gelê Filistînê nîne.“

Başa dön tuşu