ÎranNûçeRojhilatanavin

Cehangîrî: Em rê nadin zîyan li jîyana bi milyonan xelkê Îranê bikeve

Alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê got: Pergala bankî ya Îranê divê bi plandarêjî û kontrolkirina dirêv li welêt dilnîyayê bide civakê ku bihaya darayîyên gel dê bê parastin.

Ishaq Cehangîrî îro li civîna navenda aborîyê, bal kişand ser çavkanî û diravê zimhêrkirî û zêr û zîvên Banka Navendî ya Îranê û got: Parastina zimhêr û çavkanîyên Banka Navendî wek zimhêra netewî ji ewlewîyetên dewletê ye ku bi cihanîna sîyasetên têkildarî diravên bîyanî ew armanca dê serêxwe bigire.

Alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku nabe gel dilgiranê pêşerojê be dîyar kir: Dewleta Îranê rê nade jîyana bi milyonan kes welatîyên îranî bikeve ber bayê jordaçûna bihaya diravên bîyanî û bi destê hin kesên berjewendîxwaz zîyanê bibîne.

Bihaya diravên bîyanî di rojên buhurî de li Îranê gellekî jorda çû lewma dewletê sîyaseta kivşkirina bihayê diravên bîyanî ragihand û cî anî. Niha bihaya her dolarekê li Îranê 42 hezar Rîyal e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu