ÎranNûçeRojhilatanavin

Sefera serokkomarê Îranê bo Pakistanê

Hesen Rûhanî serokomarê Îranê bi deweta fermî ya serokwezîrê Pakistanê û bona pişkdariya li civîna serokên welatên endame saziya Hevkariya Abûrî(ECO)`yê îro sêşemê gihêşte Îslamabadê û ji aliyê karbidestên pakistanî û bayloz û karbidestên baylozxana Îranê li Îslamabadê li balafirgeha Nûrxan a vî bajarî hate pêşwazî kirin.

Hatiye ragihandin ku piştî Serokomarê Îranê ji pîleyên firokê hate xwarê bi şanaziya vê seferê 21 gullên topê jî hatine avêtin.

Hejî gotinê ye ku Rûhanî li vê seferê dê li bara nêhrîna Komara îslamî ya Îranê li bara ECO`yê bo serokên welatên pişkdare vê civînê biaxive.

Herwisa li kêlega vê civînê Rûhanî dê tev karbidestên ewlatên pişkdare civîna ECO`yê jî cuda cuda rûniştinan pêk bîne.

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê îro li balafirgeha Zahidanê li başûra rojhilata Îranê û berî ku jibo pişkdarîya li civîna serokên ECO`yê here Pakistanê, got: Pirranîya endamên ECO`yê cîranê Îranê ne û bihêzkirina hevkarîyên navberê jibo pêşeroja herêmê jî zef girîng e.

Bajarê Îslamabadê paytexta Pakistanê yê sibê mazûvanîya civîna serokên ECO`yê bike.

Îran, Tirkiye, Pakistan, Efxansitan, Tirkmenistan, Qirqîzistan, Uzbekistan, Qezaqistan, Tackistan û Komara Azerbaycanê, 10 endamên  Rêxistina  hevkariya  aboriyê (ECO) ne.

Başa dön tuşu