ÎranNûçeRojhilatanavin

Cehangîrî: Îran amadeyî hevkariya tev Rêxistina Hevkariya Şanghayê ye

Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir: Îran hevkariyaên navbear saziyên curbicur li asta navçê û cîhanê ser sûda hemî welatan, gelan û dewletên alîgirê aşitî û tenahî û ewlehiyê dizane

 Îshaq Cehangîrî roja îniyê li 16 mîn  civîna serokwezîrên Rêxistina  Hevkariya Şangahyê li bajarê Sûçiya  Rûsiyê tekez kir: “Îran amade ye ku bi jordebirina asta hevkariyên  xwe tev welatên  endamê Rêxistina  Hevkariya Şanghayê, rol û bandoreka zêdetir  li xurtkirina  aşitî, aramî, ewlehî û geşatiya  navçeyî û cîhanî hebe“.

Alîkarê ewil ê serokkomarê Îranê, bal kişand ser vê yekê ku  Îranê destê hevaltiyê ber bi hemî endamên  Rêxistina  Hevkariya Şanghayê dirêj dike û destnîşan kir: “Hevhatina  navokî ya Îran û welatên  5+1`ê û betalkirina   boykotên nedadmendane tevî mudaxile û bêsoziyên  dewleta Emerîkayê, derfetên nû jibo hevkariya şirîkên  navçeyî yên  Îranê ji wan  welatên endamê Rêxistina  Hevkariya  Şanghayê pêk aniye“.

Cehangîrî, Îran alîgirê  erd, aşitî, aramî û berfirehkirin û gotûbêja  navbera çandan, gelan û qewman da zanîn û got: “Îran amade ye jibo cîhaneka  bêyî tund û tûjî û fanatîzmê û xurtkirina  cih û şûna  Rêxistina Hevkariya  Şanghayê hewl bide“.

Alîkarê ewil ê serokkomarê Îranê, bal kişand ser gef û derfetên  pêşberî navçê û cîhanê û got: “ticarîkirina  ewlehiyê ji aliyê hin qawetan û derketina  terorîzma tekfîrî ji kontrola   pêkhêner û alîgirên  wê, bûye sedema gurrbûna  bêewlehî , alozî û pêşbirkên  çek û sîlehî li cîhanê“.

Îshaq Cehangîrî destnîşan kir: “Rêxistina Hevkariya Şanghayê dikare ji mewqiya cuxrafiyayî ya  Îranê û cihgirtina  li çar riya derbasbûna  hin korîdorên  giring ên  veguhestina  navneteweyî mîna korîdora  bakur-başûr, rojava, korîdora seranserî ya  riya hesin û korîdora kendava Farsê, deryaya reş jibo cihanîna  bername û projeyên  giring ên  aborî û geşatiya welatên navçê îstifadê bike“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu