EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrên karên derve yên Îran û Norwejê ser berfirehkirina hevkariyên dualî sekinîn

Wezîrên karên derve yên Îranê û Norwejê ser berfirehkirina peywendiyên dualî û xurtkirina hevkariyên aborî û ticarî yên her du welatan li warê diravî û bankî pêgirî kirin.

 Borgê Brendê wezîrê karên derve yê Norwejê roja çarşemiyê tev Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li Têhranê civiya û ewna li bara  peywendiyên dualî, rewşa navçê û navneteweyî şêwirîn.

Her wiha bi amadebûna wezrên karên derve yên Îran û Norwejê sê têgihîştinaname li warên  hitbara derfirotinê navbera sindûqa garantiya derfirotina Îranê û ajansa ganatiya hitbara derfirotina Norwejê hatin îmzekirin.

Li gorî belgeyên îmzebûyî , Norwêj dê hitbara derfirotinê ya yek milyar euroyî bide Îranê.

Hevhatinnama  hevkariya  sîgorteyê navbera gemîvaniya Komara Îsalmî ya Îranê û klûpa P&I`ê ya Norwêjê li bara  cureyên  sîgorteyên deryayî û perwerdekirina kedkaran û jordebiriana asta zanist û hêza karzanên Îranê hat wajokirin.

Wezîrê karên derve yê Norwêjê roja çarşemiyê li sefera xwe ya dudiyan a Îranê di du salên buhurî da tev Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî, serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, Elî Ekber Wilayetî şêwirmendê rêberê  giranqedr ê Inqilaba Îsalmî ya Îranê li karûbarên navnetewan û Bîjen Namdar Zengene wezîrê niftê yê Îranê hevdîtin û gotûbêj kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu