IraqNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Îran piştgiriya îstiqrar û yekitiya Iraqê dike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî got: Îran piştgiriya Iraqa bi îstiqrar û yekgirtî dike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî duh berêvarê li hevdîtina Serokê Civaka Bilind a Îslamî ya Iraqê seyd Emar Hekîm bi sekinîna ser piştgiriya Îranê ji Iraqa bi îstiqrar û yekgirtî got: Her liv û tevgerek ku bibe sedema lawazbûna yekitî û yekperçetiya axa Iraqê ser xêr û kara ti kesek nîne û tiştek wiha nayê pejirandin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê xurt û zêdebûna îstiqrar û yekitiyê li Iraqê ser xêr û kara du netewên Îran û Iraqê da zanîn û got: Komara Îslamî ya Îranê hertrim dixwaze pêwendiyên xwe bi gişt cinarên xwe  re bi taybet bi Iraqê re qahêm bike.

Ruhanî herwiha serkevtinên vê dawiyê yên hêzên iraqî li azadkirina Mûsilê ji bin lepên terorîstan li hêzên vî welatî û gelên iraqî pîroz kir û got: Divê bi saya tevdîr û aqilmendiya rayedarên iraqî û qahêm û bihêzkirina  yekitî û hevgirtina gişt gelên nav Iraqê, şayiya netewê dost û bira yê Iraqê ya ji ber azadiya Mûsilê were parastin û zêdekirin.

Serokê Civaka Bilind a Îslamî ya Iraqê seyd Emar Hekîm jî li vê hevdîtinê de qedirê piştgiriya Îranê ji dewlet û netewê Iraqê girt bi taybet li şerê li dij DAIŞ`ê û got: Azadklirina Mûsilê dibe sedema qahêm û xurtbûna Yekitiyê li Iraqê,

Serokê Civaka Bilind a Îslamî ya Iraqê herwiha xwest ku pêwendî û hevkariyên Idi navbera Îran û Iraqê zêdetir bibin.

Başa dön tuşu