ÎranNûçeRojhilatanavin

Cehangîrî: Vîyana Îranê di warê têkoşîna dijî têrorîsmê de cidîtir bûye

Alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir: Şehîdkirina sînorparêzên îranî li devera Çaldiranê li bakûra rojavaya Îranê bi destê şerût û têrorîstên cinayetkar, vîna Îranê di warê têkoşîna dijî têrorîsmê de zêdetir ji berê cidîtir dike.

Di encama pevçûna li hemberî têrorîstan li bajarê Çaldiranê li bakûra rojavaya Îranê de ku roja înî 3`yê Mijdarê qewimî, 8 sînorparêzên îranî hatin şehîdkirinê. Di encama vê pevçûnê de derbên giran li têrorîstan ketin.

Ishaq Cehangîrî îro li peyamekê, ji ber şehîdkirina sînorparêzên wêrek û egît li devera Çaldiranê bi destê şerûtên çekdar û têrorîstên cinayetkar sersaxî da gel û hêzên çekdar ên Îranê û jibo şehîdên hanê pileyên bilind li  cem Xwedê û ji bo malbat û kesên wan jî sebir xwest.

Başa dön tuşu