NûçeRojhilatanavinSûriye

Çekdaran terorîstê ASA destdirêjî li du pîrên kurd kirin û mala wan dizîn

Grûpeke çekdar, li bajarê Efrînê yê Sûriyê, bi ser mala du pîrên kurd de çûn , destdirêjî lê kirin û mala wan dizîn.

Kesûkarekê wê malabatê ji BasNewsê re eşkere kir ku girûpeke çekdar a bi ser Tirkiyê ve, êrîşî mala Kalê navsal Mistefa Birîmko û hevjîna wî Emîne Kenco kirin, destdirêjî liwan kirin, lêdan û pişt re hinek tişt û pere jê dizîn.

Herweha wî jêderî tekez kir ku kalê heştê salî Mistefa berê du caran ji aliyê milîsên bi ser Tirkiyê hatiye girtin.

Mistefa Birîmko, ji xelkê gundê Dargirê ye û li bajarî Efrînê li gel hevjîna xwe Emîne bi tena xwe dijîn.

Di demeke berê de jî, girûpeke Feyleq El-Şam li gundê Çobana yê navçeya Recoyê, destdirêjî li kalê heştê salî Mamo Mamo kiribûn, destên wî girêdabûn, lê dabûn û pişt re komeke peran(600)hezar L.S ji nav mal dizîbûn.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê di rapora xwe ya îro de, got ku li devera Efrînê rewşa serberdayetiya ewlehiyê û haletên kuştin, talan, desteserkirin, dizîn, revandin û pevçûnên di nav çekdaran bi xwe de, berdewam in.

Başa dön tuşu