CîhanEwropaNûçe

Ji ber germahiya hewayê 27 kesan ji Koreyabaşûrî canê xwe ji dest dan

Navenda kuntrol û pêşgîriya nexweşiyan a Koreya başûrî êvara duh yekşemê ragihand ku ji ber zêdebûnapileya  germahiya hewayê li hefteya bihurî  27 kes li vî welatî mirine.

Hatiye ragihandin ku ji ber zêdebûna germahiya hewayêli Koreya Başûrî zêde ji 2 hezar kes jî rastî pirsgirêkên bedenî hatine û li nexweşxanan derman bûne.

Navenda kuntrol û pêşgîriya nexweşiyan a Koreya başûrî i daxûyaniyekê ji xelkê xwestiye ku li dem û gavên germe rojê ji malên xwe dernekevin û heta wêderê ku îmkan heye xelk li ber tavê bo mudehekî dirêj nesekinin.

Gor nûçeyîn belavbûyî li Japonê jî ji ber zêdebûna germahiya hewayê zêde ji 80 kesan canê xwe ji dest daye û zêde ji 22 hezar kes jî rastî pirsgirêkên bedenî hatine.

Başa dön tuşu