IraqNûçeRojhilatanavin

Çekdarek DAIŞê hate girtin

Rêveberê polîsê qeza û nahyeyên Kerkûkê ragehand, ku di çalakiyek li bajarê Kerkûkê de çekdarek ser bi rêxistina terorîst a DAIŞê hate girtin.

Îro 19.06.2017ê rêveberê polîsê qeza û nahyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di çalakiyek hêzên polîsê qeza û nahyeyên Kerkûkê de li nav bajarê Kerkûkê çekdarek ser bi rêxistina terorîst a DAIŞê hate girtin. Û ew çekdarê DAIŞê li ser wî fermana girtinê hebûye û li gor madeya 4 a terorê ya yasaya ceza a Iraqê dê bê darizandin.’’

Herwaha got: ‘’Piştî komkirina zanyariyên bi hûrgilî û wergirtina razîbûna dadwer û lêpirsîna Kerkûkê, ew terorîst şeva 18ê bo 19.06.2017ê hate girtin û naha di lêpirsînê de ye.’’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu