NûçeRojhilatanavinSûriye

Çekdarên ASAyê endamê Encûmena Sivîl ê Efrînê revandin

Hat ragihandin ku çekdarên ASAyê bijîşkê kurd û endamê Encûmena Sivîl ê Efrînê Dr. Ehmed Silêman revandin û wî ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Kurê Dr. Ehmed Silêman Peyman Ehemd Silêman di axaftina xwe de ragihand ku roja 1ê Hezîranê hejmarek ji çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) hatin gundê wan Gewrika ya ser bi navçeya Cindirêsê û bavê wî ji nava gund birin.Peyman Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de got: “Bavê min Dr. Ehmed Silêman û di dema dawiyê de bibû endamê Encûmena Sivîl ê Efrînê û ev 4 çar roj in çarenivîsa wî ne diyar e.”

Binerîn
Kapalı
Başa dön tuşu