ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Krîza navbera Qeter û hin welatên Erebî de

Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Şêx Mûhemmed Bin Ebdurrahman Al Sanî got ku daxwazek min a wekî “Îdareya hecê ya li welat bibe navneteweyî” tune ye.

Al Sanî ji televizyona El Cezîreyê ya ku navenda wê Qeter e re xeber da, sûcdarkirinên Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdiyê Adil El Cubeyr ên wekî “Meseleya hecê ya Qeterê kiriye meseleyeke siyasî û dixwaze îdareya hecê bike navneteweyî” nirxandin.

Al Sanî got: “Ji rayedarên Qeterê tu kesî ji bo îdareya hecê bikin îdareyeke navneteweyî daxuyanî belav nekiriye, ji bo vê meseleyê tu hewldanek tune ye. Qeterê meselaya hecê nekir meseleyeke siyasî, mixabin Erebistana Siûdiyê meseleyê kir meseleyeke siyasî.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu