NûçeRojhilatanavinYemen

Dewama bersivdayîna hêzên yemenî li hemberî êrişên siûdiyan

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alamê, hêzên artêşê û yên berxwedana gelanî yên Yemenê êrişa kirêgirtiyên siûdî ser devera Zebab li wilayeta Marebê bêbandor kirin û derbên giran li hêzên dijmin û alavên leşkerî yên wan xistin.

Hêzên yemenî her wiha hewldana serbazên erebistanî jibo êrişa ser pêgehên hêzên yemenî li bajarokê Zahir li wilayeta Beyzayê pûç kirin.

Li wilayeta Cofê jî hejmareke kirêgirtiyên yemenî yên ser bi rêjîma siûdî di encama êrişa mûşekî ya artêşê û hêzên berxwedana gelanî yên yemenê ser pêgeha beşa 115 a artêşa Erebistanê li bajarê Hezmê hatin kuştin.

Li gorî vê raporê, balafirên cengê yên Erebistanê 4 caran devera sitratêjîk a Cebel Heylanê li bajarê Serwahê li wilayeta Mareba Yemenê dan ber bombeyan û ziyaneke berfire li avahiyên xelkê dan.

Êrişên balafirên cengê yên Erebistanê ser deverên curbicur ên Yemenê li halekî didomin ku rayedarên Erebistanê agirbesa ku NY li bara Yemenê ragihandiye, bi aşkirayî binpê dikin.

Li halekî ku rêjîma Erebistanê û kirêgirtiyên yemenî yên wê êrişên ser welatiyên yemenî didomînin, liv û tevgerên nerazîbûnê yên gelanî li Sena paytexta Yemenê jî bi merema şermezarkirina derxistina navê Erebistanê ji lîsta binpêkirinê mafên (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu