IraqNûçeRojhilatanavin

Seyîd Emar Hekîm: Ti cihekî ewleh jibo DAIŞ`ê li navçê tineye û warên dagirbûyî bi destê têkoşerên islamê hatine azadkirin

Seyîd Emar Hekîm Serokê Civata Bilind a Islamî ya Iraqê û serokê Hevalbendîya Netewî ya Şîetên Iraqê îro li rex nehemîn civîna Yekitîya Radyo û Televîzyonên Islamî li Meşhedê li koma nûçegihanan herwiha got: Berî azadkirina Mûsilê ji lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê, hin bajar li Sûrîye û Iraqê hatin azadkirinê û roja îro bi bereketa têkoşerên islamê ti şûneke ewleh jibo têrorîstên DAIŞ`ê tineye.

Serokê Civata Bilind a Islamî ya Iraqê herwiha bal kişand ser weşandina baş a nûçeyên navçê ji hêla mêdyayên welatên islamî va di mehên vê dawîyê da û got: Eva li halekî ye ku mêdyayên piştgirê koma têrorîst a DAIŞ`ê hewl dan nûçeyan wisan biweşînin ku berjewendîyên wan bên parastinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu