IraqNûçeRojhilatanavin

Çekdarên nenas êrîşî şirketa Korekê kir

Li bajarê Hileyê yê Iraqê, çekdarên nenas bi ser baregaha sereke ya kompanya Korek Telecom de girt û baregah teqand. Herwiha 7 karmendên wê jî revandin.

Kompanya Korek Telecomê bi daxuyaniyekê ragihand ku şeva Înê hejmareke çekdarên nenas êrîş kiriye ser avahiya sereke ya tora peywendiyan a Korek Telecomê ya li bajarê Hileya navenda parêzgeha Babilê. Çekdaran 7 karmendên Korekê revandine û avahî jî teqandiye.”

Li gorî daxuyaniya Korekê, ji ber teqandina avahiya sereke, tora pêwendiyên Korekê ya li bajarên Hile, Necef, Kerbela, Babil, Dîwaniye û Mûsennayê qut bûye. Ji ber vê yekê ziyaneke madî gihiştiye kompanyayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu