CîhanEwropaFilistînÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Çekên atomî yên Rejîma Siyonîst gefeke ciddî ji bo cehanê

Nûnerê Îranê li civîna navneteweyî ya jiçekirinê li Nakazakiya Japonê ragihand: Rêjîma Siyonîst bi hebûna bi sedan kumikên navokî ji bilî navçeyê hemî cehan xistiye ber gef û xeterê.

Mihemed Hesen Deryayî nûnerê Îranê li civîna navneteweyîya jiçekirinê li Nakazakiya Japonê got: Cehan erkdar e ku ji bo pêkanîna Rojhilata navîneke vala ji çekên navokî ji riya anîna zext û zorêi ser Rejîma Israîlê, pêngavan rabike û ji bo serêxwegirtina vê yekê bikeve tevgerê; Çimku bernameyên atomî yên vê rêjîmê dilgiraniya cidî ya civaka navbneteweyî pêk aniye.

Mihemed Hesen Deryayî nûnerê Îranê li civîna navneteweyîya jiçekirinê li Nakazakiya Japonê bi vegotina babetên çend bare yên sozdarnebûna welatên xwedîçekên navokî û got: Mixabin hela jî van welatan kiryareke cidî li warê jiçekkirina navokî pêk neanîne û ji karesata tehl a Nakazakî û Hîroşîmayê ders wernegirtine.

Li vê civîna navneteweyî ku bi hevkariya navenda navçeyî ya aştî û jiçekikirnê ya Asya û Oqyanûsa Aramê ya Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) û dewleta Japonê hat lidarxistin, ji bilî cîgirê  sikritirê giştî yê NY, 50 nûner ji dewlet û welatên cûrbicûr, sdazî û rêxistinên dewletî û sivîl her wiha navend û enstîtûyên lêkolînî beşdar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu