ÎranNûçeRojhilatanavin

Dehemîn dewra civîna Konseya Bilind a Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî îro anku pêncşemiyê bi amadebûna 110 kes ji zanyarên îslamî li Têhranê tê lidarxistin

Dehemîn dewra civîna Konseya Bilind a Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî îro anku pêncşemiyê bi amadebûna 110 kes ji zanyarên îslamî li Têhranê tê lidarxistin.

Sîre û jiyana pêxemberê hêja yê îslamê (S) wek mînaka tam a hişyariya îslamî, ziyannasîna hişyariya îslamî û pêşeroja guhertinên têkidlarî wê, tevgernasiya ramanên rêderketî yên tekfîrî û rêkarên sekinîna li hemberî wê her viha mijara Filsitînê  û pêwîstiya xurtkirina bereya berxwedana îslamî ji bo sekinîna li hemberî siyonîstan ji mêhwerên dehemîn dewreya civîna Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî hatine ragihandin.

Hejmareke zêde ya zanayên sune, şîe û mezhebên din ên îslamî bi boneya heftiya Wehdetê (Yekîtiyê) dê beşûdarî dehemîn civîna Konseya Bilind a Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî bibin.

Nehemîn dewreya civîna Konseya Bilind a Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî cotmeha 2016`an li Bexdaya paytexta Iraqê hat lidarxistin.

Civata Cîhanî ya Hişiyariya Îslamî bi biryara hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî derdora şeş salan berî viya hat damezirandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu