ÎranNûçeRojhilatanavin

Çekên bihêz ên Îranê li ber destê Berxwedanê

Wezîrê parastinê yê Îranê, serdar sertîp Hisên Dêhqan li koma nimêjkarên nimêja îniyê ya Têhranê got: Hêza çek, alav û amor û imkanên ku Îran dide ber destê Berxwedanê li bercî tişta ku xwediyên hêz û pêşeyên parastin û leşkeriyê li cîhanê didin ber destê dijberan xurttir û karatir e.

Serdar Dêhqan pêkanîna rewşa nearam û ne-ewleh li navçeyê ji bernameyên Amerîkayê ji bo dabînkirina ewlehiya Rêjîma Siyonîst da zanîn û got: Anîna meydanê ya komên têrorîst û tundrê û reşkirina rûveka islamê ji karên wan ji bo pêkanîna tevliheviyê li navçeyê bû.

Wezîrê parastinê yê Îranê her viha got: Amerîka û piştgirên wê yên rojavayî û erebî her viha xebitîn ku welatên islamî li hemberî islamê û Komara Islamî ya Îranê daynin û sermayeyên mezin ên gelên navçeyê bi taybet Erebistanê bikişînin aliyê kirrîna çek û amorên cengî û dayîna xercê cihbûna wan li navçeyê, lê gişt siyasetên wan tûşî şikestên bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu