ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Çêkirina matorên birêbira gemiyan, bernama sereke ya wezareta berevaniyê ya Îranê ye

Wezîrê berevanî û piştgiriyê yê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, dîzaynkirin û çêkirina matorên birêbirina gemiyan û binavkiyan ji bernamên sereke yên vê wezaretxanê da zanîn.

 Wezîrê berevaniyê yê Îranê, serdar sertîp Huseyn Dihqan roja sêşemiyê li civîna matorên birêbirina  gemiyan li Têhranê bal kişand ser vê yekê ku sîstema ajotina gemiyekê ji bernameyên  herî sereke yên pêşeyên  deryyaî ye û diyar kir: Wezareta berevaniyê, stratejiya bihêzkirina hêza deryayî ya artêşa Îranê û sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî û berhemanîna matorên birêbirina gemiyan wek bernama xwe ya sereke dizane.

Serdar  sertîp Dêhqan dîzaynkirin û çêkirina  matora benzînî ya deryayî ya Tûsê, weke deskevetek binirx jibo girtina pêşiya derketina  diravê derve,  pêkanîna kar û şuxil û alîkarî û berfirehkirina pêşeyên neserekî da zanîn.

Wezîrê berevaniyê yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku  berfirehkirina xwecîkirina matorên deryayî ji bernamên  tê yên  wezareta berevaniyê ye û tekez kir: Ji ber hewcetiya Îranê bo van cure  matoran  dikarin  pêngaveke giring jibo çareserkirina  hevcetiyên  navxweyî rakin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu