CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Celîlî: Heke Emerîkî şaşitîyê bikin, dê qedera DAIŞ`ê li benda hêzên CENTCOM`ê be

Nûnerê rêberê giranqedr ê inqilaba Îslamî li konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê bal kişand ser kiryara Emerîkayê li dijî Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî û teqez kir:Emerîkî ger xetayekî bikin dê paşwextî û aqubeta DAIŞ`ê li benda hêzên eskerî yên vî welatî li navça rojava Asiyayê be.

Seîd Celîlî, nûnerê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li konseya  bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê pêncşemiyê êvarê li gotûbêja  bi kanala 2 a televîzyona  Îranê bal kişand ser vê yekê ku  Îran ji gorriyên  terorîzmê ye û got: Koma terorîstî ya munafiqan  tevî ku zêde ji 17 hezar kes li Îranê teror û şehîd kirine, ji aliyê Emerîkayê ve piştgirî dibe.

Celîlî bal kişand ser cinayetên Emerîkayê li dijî gelê cîhanê destnîşan kir: Bombebarana Hîroşîma, şerxwaziya li Viyetnamê, piştgiriya ji Rejîma Siyonîstî, êrişa ser Iraq û Efxanistanê û pêkanîna  DAIŞ`ê mînakên  kiryarên terorîstî ya Emerîkayê ye.

Nûnerê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li konseya  bilind a  ewlehiya neteweyî ya Îranê  bal kişand ser siyasetên  işkestxwarî yên Emerîkayê li navça rojava Asiyayê û got: Emerîkî li 40 salên buhurî işkestên  giran ji Îranê xwarine û loma ji gelê Îranê û ji sipahê pasdaran hêrs bûne.

Celîlî bal kişand ser vê yekê ku  Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ehmeqtî kir ku cardinê boykotên li dijî îranî cih anîn û got: Îran  wek welatekî ku 15 cîranên xwe hene û tij  zirûf û potansiyelên  mezin û hêzên însanî yên bi viyan e tu carî asteng nabe.

Başa dön tuşu