IraqNûçeRojhilatanavin

Çend serkirdeyên DAIŞ`ê li Mûsilê hatin kuştin

Hêzên ewlehiya Iraqê li dema operasyona azadkirina Mûsilê, sê serkirdeyên koma terorîst a DAIŞ`ê kuştin.

Li gorî rapora roja şemiyê ya Press TV`yê, Erkantiya qumandetiya polîsê federal ê Iraqê ragihand ku sê serkirdeyên koma terorîst a  DAIŞ`ê ser navên Ebû Xetab, Ebû Yasîn û Muawiye di encama êrişa hêzên polîsê federal ê Iraqê ser pêgehên wan de li rojhilata Mûsilê hatin kuştin.

Hevgavê vê yekê çavkaniyên amerîkî hin nûçe li ser zîndîbûna Ebûbekr El Bexdadî, serkirdeyê sereke yê koma terorîst a DAIŞ`ê weşandin.

Hin çavkaniyên xwecî li parêzgeha Neynewayê, beriya niha ragihandibûn ku El Bexdadî li navçeyeka rojavaya vê parêzgehê hatiye dîtin.

Di eynî demê de koma terorîst a DAIŞ`ê, berpirsyariya du teqînên terorîstî  yên roja şemiyê li Bexdaya paytexta Iraqê girte ustiyê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu