ÎranNûçeRojhilatanavin

Çend terorîst li rojavaya Îranê hatin kuştin

Beşa pêwendiyên giştî ya Biryargeha Hemze Seyid El Şuheda (S) ya Hêza bejahiya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ragihand ku çend terorîst li rojavaya Îrtanê hatine kuştin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Beşa pêwendiyên giştî ya Biryargeha Hemze Seyid El Şuheda (S) ya Hêza bejahiya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî bi daxûyaniyekê ragihand: Di encama şer û pevçûnên roja Îniyê navbera sînorparêzên Sipaha Beytulmuqedesa Kurdistana Îranê digel tîmeke komên terorîst li navçeya Dale Merzê (Daleh Marz) a Serv Abadê, hejmareke endamên vê komê hatine kuştin û birîndar bûn û hejmarek jî reviyan ku hêzên Sipahê wan dişopînin.

Ev daxûyanî her wiha radigihîne: Di van pevçûnan da hin çek û alavên têkillîgirtinê jî ji aliyê hêzên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî va hatin desteserkirin.

Di dewama Beşa pêwendiyên giştî ya Biryargeha Hemze Seyid El Şuheda (S) ya Hêza bejahiya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî da hatiye: Di vê pevçûnê da hêzekî Sipaha Beytulmuqedesê birîndar bû ku dema rakirina bo nexweşxaneyê şehîd bû.

Başa dön tuşu