NûçeRojhilatanavinYemen

Centcom: Hûsiyan bi mûşekan li keştiya Amerîkayê xistin

Navenda Giştî ya Terorê ya Artêşa Amerîkayê ya li Rojavayê Asyayê (CENTCOM) ragihand ku balafirên Ansarullahê yên dijî keştiyê li keştiyeke Amerîkayê xistin.

Li gorî rapora artêşa Amerîkayê, keştiya ku êrîş lê hatiye kirin keştiya barhilgir a Gibraltar EAGLE bû û li ser ala Giravên Marşalê bû. Ev keştî di sala 2015an de hatiye çêkirin û ji bendera Pohang a Koreya Başûr ber bi Kanala Sûweyşê ve diçû.

Navenda Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê jî ragihand ku beriya saetekê li 95 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Adenê ya Yemenê bûyerek qewimî û mûşekek li keştiyekê ket. Navendê herwiha şîret li gemiyên din kir ku bi hişyarî di nav avên Yemenê re derbas bibin û her rewşên gumanbar ji wan re ragihînin.

Başa dön tuşu