ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Mescêdî: Îran di dewra avakirina Iraqê e wê li rex gel û dewleta vî welatî be

Îrec Mescêdî sefîrê Îranê li Iraqê li civîneke germ a digel hejmarek lêkolîner, şirovekar û rojnamevanên navdar ên iraqî, helwestên Têhranê têkildarî meseleyên curbicur ên navxweyî, Iraq û navçê şirove kirin.

Sefîrê Îranê li Bexdayê got: Peywendîya baş û nêzîk a digel hemî etnîk û mezheban li Iraqê û dostî û têkilîya Îranê bi Iraqê re bi tu aawayî tenê digel şîeyan an pişkek ji şîeyên vî welatî nîne.

Mescêdî piştgirîya ji dewama pêvajoya sîyasî û lidarxistina pirrcoş a hilbijartinên parlimana Iraqê di 12`ê Gulana bê de û alîkarî û piştgirîya ji hemî dewletên bijartî yên gel li Bexdayê ji sîyaseta hertim ya Komara Islamî ya Îranê ne.

Sefîrê Îranê li Iraqê herwisan got: Îran micid e peywendîyên aborî û ticarî yên xwe digel Iraqê berfire bike.

Ednan Sirac serokê navenda pêşxistina mêdyayî ya Iraqê û Tariq Herb mafnasê navdar ê iraqî jî li civîna semîmî ya sefîrê Îranê digel hejmareke lêkolîner, çavdêr û rojnamevanên navdar ên iraqî amade bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu