NûçeRojhilatanavin

Çete ji bajarê Reqeya Sûriyê direvin

Li gorî zêdebûna dorpêçbûna çeteyên DAIŞ`ê li bakûrê Sûriyê hejmarek ji endamên vê koma têrorîst ku Tirkiye pişta wê digire, ji van deveran revîn.

Ajansa nûçeyan a Sputinik`a Rûsiyê roja şemiyê, 19`ê Adara 2016`an, ragihand: Endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê bi destpêbûna opêrasiyona teze ya artêşa Sûriyê li bakûrê vî welatî bi nasnameyên ku ji xelkê dizîne, ji vê navçeyê revîne.

Tê gotin ku DAIŞ`ê ev nasname li pêvajoya lêgerîna ji rûniştiyên Reqeyê li bakûrê rojhilata Sûriyê desteser kirine.

Bajarê Reqeyê heta niha navenda herî girîng a bicihbûna çeteyên DAIŞ`ê li bakûrê rojhilata Sûriyê bû.

Sûriye ji sala 2011`an va bi çalakbûna komên çete û xwînrêj ku hinek ji welatên rojavayî û hevpeymanên wan li navçeyê ji wan Tirkiye û Erebistana Siûdî pişta wan digirin, tûşî qeyran û aloziyê bûye.

Ji ber nearamiyên 5 salên buhurî heta niha, bi sedan hezar kes ji gelê vî welatî hatine kuştin an birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu